PeyamaKurd-Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve bi moşekan êrîşî Çiyayê Kurda yê başûrê Îdlibê û Deşta Xabê kir.
Li gorî ragihandina SOHRê, Hikûmeta Sûriyê û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve li eniya Kibênê, li Çiyayê Kurda yê bakurê Laziqiyê, navçeya Çiyayê Zawiyeyê ya li başûrê Idlibê û Deşta Xabê ya li bakurê Hemayê û gundên rojavayê Helebê moşekbaran kirin. Hat ragihandin ku bi êrîşa moşekî re jî firokeyên çavdêriyê yên Rûsyayê, li asîmanê navçeya agirbestê difiriyan.
Li gorî raporteke borî ya SOHRê, di 12ê Gulanê de jî firokeyên Rûsyayê, navçeya agirbestê ya li Çiyayê Kurda û Zawiyeyê bombebaran kiribû û bi awayê hevdem, di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve jî şer derketibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin