Desteya NATO-Ukrayna yekem civîna xwe li dar xist

Desteya NATO-Ukrayna yekem civîna xwe li dar xist

PeyamaKurd – Desteya ku ji bo pêşxistina pêwendiyên NATO-Ukrayna hatiye damezrandin yekem car civiya. Di civîna ku dema birêveçûna Lûtkeya NATO ya Vilniusê hate lidarxistin de, di asta serok û serokwezîrên hikûmetan de hate kirin.

Di civînê 31 lîderên endamên NATOyê û Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy amadehî kirin û Zelenskiy ji aliyê lîderan ve bi çepikan hate pêşwazîkirin.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg di axaftina vekirinê de got ku ew ji wêrekbûna Ukraynayê ya ji bo rizgarkirina xaka xwe îlhamê distînin û ji bo rêgirtina êrîşên din ên Rûsyayê pêwîste piştgiriya xwe dewam bikin.

Stoltenberg got: "Em îro wekî aliyên wekhev hatin ba hev. Bendewarê roja hatina ba hev a wekî hevpeymanekê me.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin