Serok Barzanî bi peyamekê Baba Sêxê nû yê Êzîdiyan pîroz kir

Serok Barzanî bi peyamekê Baba Sêxê nû yê Êzîdiyan pîroz kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bo Baba Şêxê nû yê Êzidiyan, peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî peyam wiha ye:

Bi helkefta danîna Baba Şêxê nû yê ola Êzîdiyan, pîrozbahiyên germ pêşkêşî Mîr Hazim û Civata Ruhanî û hemû xûşk û birayên me yên Êzîdî dikim.

Hêvîdarim‌ danîna Baba Şêxê nû bibê hevêna yekrêzî û tebayiya di nava civaka Êzîdî û Êzîdxanê da û bibê dergehê xêr û derbasbûna ji êş û azar û jiyana koçberiyê û dawî hatina ferman û jenosaydkirina Kurdên Êzîdî.

Pîrozbahiyeka taybet li Baba Şêx Elî dikim û hêvîdarim di erkê xwe yê nû da yê serkeftî be û xizmeta civak û ola Êzîdiyan bike.

Li dawiyê tekez li ser parastina taybetmendiya ola Êzîdiyan û hemî pêkhatên din yên Kurdistanê dikim û pêdiviya giyanê pêkve jiyanê û hevdû qebulkirina li Kurdistanê mukimtir û bihêztir bibe.

Mesûd Barzanî

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin