PeyamaKurd – Serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û wezîrê derve yê berê yê Iraqê Hoşyar Zebarî hişyariya senaryoyên xirab bo salvegera kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis ku ji aliyê Amerîkayê ve hatibûn kuştin da.
Zebarî li ser medya civakî bal kişand ser êrîşa moşekî ya du roj berê bi ser Herêma Kesk a Bexdayê de ku zarokek hatibû kuştin û 5 sivîl jî birîndar bûbûn û got, ev bûyer ji bo dahatuyê gelekî xeter in bi taybet jî hebûna milîsên çekdar ên serberdayî wê xeteriyên mezin bi xwe re bînin.
Herwiha Hoşyar Zebarî hişyarî da hikûmeta Iraqê û bal kişand ser ku divê ji senaryoyên herî xirab re amade bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin