PeyamaKurd-Ji Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) hişyarî hat kirin. Rayedarê WHOyê dibêje, Covid-19 bi dawî nebûye lewra dem nehatiye ku em asta berevaniya xwe li hember vîrusê kêm bikin.
Serokê Komîteya Rewşa Lezgîn a Covid-19 a WHOyê Didier Houssin, li ser rewşa dawîn a Covid-19ê hişyarî dan. Di hişyariyê de hat diyarkirin ku vîrus bi dawî nebûye û hîn ji dawîbûnê jî gelek dûr xuya dike. Houssin bi daxuyaniya çapemeniyê ya li Cenevreyê xwest ku asta berevaniyê ya li hember Covid-19 neyê kêmkirin.
Dîrektorê WHOyê Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus jî di dawiya meha borî de gotibû ku dibe Covid-19 îsal biqede û divê ev ji bo me bibe ya dawî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin