Sedir ji bo berpirsên sunne û sîeyên Iraqê peyamek belav kir

Sedir ji bo berpirsên sunne û sîeyên Iraqê peyamek belav kir

PeyamaKurd- Serokê Tevgera Sedr û Hevpeymaniya El Sairûn Mûqteda Sedir peyamek arasteyî berpirsên sunne û şîe yên Iraqê kir û daxwaz ji wan kir ku gendelkaran dûr bixin.

Mûqteda es Sedir li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Twitterê daxwaz ji berpirsên sunne û şîe yên Iraqê kir ku gendelkaran ji xwe dûr bixin û îslam jî ji wan kesa dûr e.

Ev peyama Sedir di demekê da ye ku beriya bi dur rojan Sedir piştevaniya xwe bo kandîdê Hevpeymaniya Bîna Suheyl Quseyl derbirîbû û ew jî bibû sedema nerazîbûna xwepêşanderan.

Hêjayî gotinê ye ji destpêka meha Cotmehê va li Iraqê di navbera xwepêşanderan û hêzên emnî da alozî hene û herî kêm 500 kes mirine û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Ji ber aloziyên navxweyî Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di 30yê Mijdarê da dev ji posta xwe berda bû û biryar e Serokomarê Iraqê Berhem Salih kesekî li cihê Adil Ebdulmehdî tayîn bike.

Lê belê kêşeya Iraqê ew e ku nakokî hene li dor kutleya herî mezin, ji ber ku hin nûner kutleyên xwe diguhêrin û tevlî hin kutleyên din dibin. Li gor destûra Iraqê, divê kutleya herî mezin di parlemanê de bêhtirî 15 rojan cihê serokwezîr vala nehêle û kandîdekî diyar bike. Herçend ew dem derbas jî bûbe heta niha ti kes bo posta serokwezîriyê ji aliyê serokomar va nehatiye erkdarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin