Li Rojavayê Kurdistanê 19 kesên din bi vîrusa Korona ketin

Li Rojavayê Kurdistanê 19 kesên din bi vîrusa Korona ketin

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de, 19 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û kesekî jî ji ber Koronayê can da.

Li gor Hevserokê Desteya Tendirustiyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 19 kesên din li navçeyên Rêveberiya Xweser a Bakurê Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa Koronayê ketine.

Ciwan Mistefa ragihand, “4 kes li Hesekê, 9 li Qamişlo, kesek li Til Hemîs û 5 kes li Şehbayê bi vîrusa COVID-19 ketine.”

Ji 9 kesên ku li Qamişlo bi vîrusê ketine, 3 kes ji kadroyên tendirustiyê ne.

Herwiha Hevserokê Desteya Tendirustiyê destnîşan kir, “Haleteke nû ya mirinê îro danê sibê li Kantona Cizîrê hatiye tomarkirin.”

Li navçeyên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de heta niha 10 kes ji pêketiyên Koronayê baş bûne.

Li gor amarên nû, hejmara kesên heta niha bi Koronayê ketine gihişt 138 kesan.

Herwiha heta niha li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser, 6 kesan ji ber Koronayê can dane.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin