Peskov: Heger Amerîka guh nede me…

Peskov: Heger Amerîka guh nede me…

PeyamaKurd- Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, bi rêya rojnameyeke Rusî di derbarê helwesta Amerîkayê ya li dijî Rusyayê de hin nirxandin kirin. Peskov, di axaftina xwe de bal kişand ser Peymana STARTê û hin şert diyar kirin.

Dmîtriy Peskov, ji rojnameya Izvestiya ya ku yek ji rojnameyên Rusî ye re axivî û helwesta xwe ya li ser Peymana Kêmkirina Çekên Stratejîk (START) bi bîr xist û got, "Heta ku Amerîka guh nede nêrîna me, em ê di peymana STARTê de nemînin."

Peskov bi berdewamî got ku NATO ya ku Ukrayna çekdar kiriye, niha wekî dijmin tevdigere, ne wekî dijber.

Berdevkê Peskov, di derbarê plana aştiyê ya Çînê ya ji bo Ukraynayê de jî got, "Çîn çi dibêje bila were bihîstin, lê nuans girîng in."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin