PeyamaKurd – Rêveberiya Amerîkayê diyar kir, Îsraîl di êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê de ji bo kêmkirina wendahiyên sivîl dikare zêdetir tiştan bike.
Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby di gera Nevada de di balafirê de bersiv da pirsên rojnamevanan.
Kirby amaje bi qurbaniyên sivîl di êrîşên Îsraîlê yên ser Xezzeyê de jî kir û got, "Em hemû dizanin ku ji bo kêmkirina wendahiyên sivîlan dikare karekî zêdetir were kirin û ji bo vê mebestê em ê bi hevkarên xwe yên Îsraîlî re berdewam di hewldanê de bin."
"Divê herikîna alîkariya însanî ya ji bo Xezzeyê bê zêdekirin"
Koordînatorê Ragihandina Stratejîk got, "Em bi hevkarên xwe yên Îsraîlî re xebatên xwe didomînin da ku di tespîtkirina hedefan de heta ku ji destê wan tê de bi tedbîr, bi zanetî û baldar bin."
Kirby got, Dewletên Yekbûyî "sedîsed" fikarên navneteweyî yên li ser rewşa mirovahî ya li Xezzeyê parve dike û Serok Joe Biden "serkêşiya hewildanek gerdûnî dike ji bo zêdekirina herikîna alîkariyên mirovî ji bo Xezzeyê."
Ji xeynî vê Kirby diyar kir ku "Amerîka bêtir alîkariyên mirovî, di nav de av, xwarin û derman" digihîne Xezzeyê û ew bi rayedarên Îsraîlê re "ji bo parastina asta sotemeniya ku ji herêma Filistînê re tê şandin re dixebitin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin