PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Belûcistanê li devera Panjgurê nêzî seha fûtbolê ya bi navê Aftabê teqînekî çêbû. Di encamê de 2 kes mirin û 8 kes birîndar bûn.
Berdevkê eyaleta Belûcistanê Liaquat Şahwanî ragihand ku di dema du tîmên dibistanê di stadê de maç kiribûn û temaşevan ji stadê derdiketin teqîn çêbû.
Şahwanî got di encama teqînê de du erebe bûn weka xurde, halê birîndaran xedare û weha dewam kir:
“Hukumet bi biryare ku mîlîtaniyê ji ortê rake û bi van kiryarên tirsonekî nikarin hukumetê ji biryara wê dagerînin.”
Polîsê deverê ragihand ku motorsîkletekî bi teqemenî barkirî hatiye teqandin û nasnameya kesên vê karesatê kirine ne diyare.
Polîs dest bi lêpirsînê kiriye û heya niha kes bûyerê negirtiye ser xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin