Wezareta Tendurustiyê li ser encama êrîsa mosekî ya li Hewlêrê daxuyanî da

Wezareta Tendurustiyê li ser encama êrîsa mosekî ya li Hewlêrê daxuyanî da

PeyamaKurd – Derbarê hejmara birîndarên êrîşên moşekî, yên  do bi şev li Hewlêrê pêk hat de; Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û ragihand, 3 kes birîndar bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiyê daye zanîn, di êrîşên moşekî yên  do şev de, 3 kes birîndar bûne, ku yek ji wan pasevanê balyozxaneyek li Taxa Wezîran e û rewşa wî ya tendurustiyê baş e.

Herwiha destnîşan kir, birîndarê duyem; kesekî Kurdê Rojavayê Kurdistanê ye li Qada Ajalan birîndar bûye, birîna wî giran e û rewşa wî ya tendurustiyê heta radeyekê cîgir e.

Li ser birîndarê sêyem de jî Wezareta Tendirustiyê eşkere kir, ku kesekî din ê li Qada Ajalan e û rewşa wî ya tendurustiyê cîgir nîne.

Herî dawî Wezareta Tendurustiyê diyar kir, karên pêwîst li hola neştergeriyê demildest bo birîndaran têne kirin û li nexweşxaneyê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin