PeyamaKurd- Li welatê Çînê vîrusa ku li bajarê Wuhanê derket ortê bû sedema mirina 170 kesan. Vîrusa Coronayê herî dawiyê giha Tîbetê. Bi vî awayî niha vîrus li temamê eyaletên Çînê heye û 1.4 mîlyar nûfûsa Çînê di bin tehdîdê ye.
Rûsya sînorên xwe yên bi Çînê re girtin û bo hemwelatiyên Çînê dayîna vîzeyan kêm kir. Rûsya wê temamê baregehên xwe yên li Çînê bo demekî bigre. Gelek fîrmayên balafiran seferên xwe yên bo Çînê betal kirin. Li aliyê dinê federasyona fûtbolê ya Çînê destpêkirina roja super lîgê paşde xist.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin