PeyamaKurd- Piştî hilbijartinên Tirkiyeyê, ji ber rewşa aboriya welêt, ji aliyê Bloombergê ve analîzek hat kirin û hat amajekirin ku Wezîrê Aboriya Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek, dê bi polîtîqayên aqilane car din veberhêneran ber bi Tirkiyeyê ve bikişîne.
Di nûçeya Bloombergê de hat diyarkirin ku
"Veberhêner ji polîtîkayên aboriyê yên berovajî yên Tirkiyeyê nerehet in. Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyeyê yê nû Mehmet Şîmşek, dikare bi têra xwe wan vegerîne."
Di nûçeya ku hat destnîşankirin ku Mehmet Şîmşek ekonomîstekî payebilind e wiha hat gotin:
“Piştî ku di meha gulanê de ji bo dirêjkirina desthilatdariya xwe ya 20 salan a serokomariyê 5 salên din jî dirêj kir, Recep Tayip Erdogan; Mehmet Şîmşek tayîn kir.
Şîmşek ê ku li Merrill Lynchê stratejîst dixebitî, li Balyozxaneya Amerîkayê ya Enqereyê wekî aborînasê payebilind xebitî. Ew ji bo Erdogan jî navekî pêbawer e.”
Bloombergê destnîşan kir ku armanca hilbijartina Erdogan a Mehmet Şîmşek, vegera li polîtîkayên aqilane ye û wiha got: "Ji bo wezîrê nû yê aboriyê dê cihê bazirganiyê were vekirin. Ev tê wê wateyê ku Erdogan destûrê dide berpirsê nû yê aboriyê ku soza "siyaseta maqûl" dide, karê xwe bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin