Welatên G7ê li ser sewatên daristanên Amazonê dicivin

Welatên G7ê li ser sewatên daristanên Amazonê dicivin

PeyamaKurd - Serokên 7 dewletan dê li Biarritz ya li rojavayê başûrê Fransayê bi mijara daristanên Amazorênbicivin.

Ji ber hilcivîna Amerîka, Kanada, Brîtanya, Almanya, Îtalya, Japonya û Fransa li Biarritz tevdîrên ewlekarîyê yên berfireh hatine wergirtin.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron berî hilcivînê dîyar kir ku ew dê li ser şewata li daristanên Amazonê biaxifin.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson didin zanîn ku şewata daristanên Amazonê kêşeyeke navneteweyî ye.

Serokê Brezîlya Jair Bolsonaro ser gotinên Macron bertek nîşan dabû û gotibû ku jiber ku Brezîlya di civînê de tune, nirxandina şewatê dibe nêrîne kolonyalîst. 

Dane nîşan dan ku îsal şewata daristanên Amazonê 83 ji sedî zêde bûye.

Sazîyên sivîl îdia dikin ku hikûmeta Bolsonar dijî şewatan tevdîran wernagire û wê rexne dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin