PeyamaKurd - Polîsên Diyarbekirê îro 5ê Kanûnê beyaniyê bi ser çend malên rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de girtin û 7 kes hatin binçavkirin.
Li gor zanyariyan di encama operasyona polîsan a danê sibê hat kirin de, Hevserokê HDPê yê navçeya Baglarê Necmettîn Burakmak, Serokê Rêxistina navçeya Yenîşehîrê (Bajarê Nû) Vahaq Gunay, Hevserokê HDPê yê navçeya Kayapinarê Haluk Eyupoglu, Hevserokê DBPê yê Baglarê Alî Alkan, rêveberên DBP û HDPê Ramazan Ungur, Osman Don û Saît Demir hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku derbarê sedema binçavkirina wan kesan de, ji aliyê polîsan ve ti agahiyeke nehatiye dayîn.
Hêjayî bîrxistinê ye, kesên hatine binçavkirin ji bo piştgiriya Parlamentara Colemêrgê ya HDPê li avahiya HDPê ya Diyarbekirê di rojên 17-18ê vê meha borî de ketibûn greva birçîbûnê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin