PeyamaKurd – Li nêzîk Girava Lesbosê ya Yûnanê li Deryaya Spî 2 botên koçberan ku nêzî 40 kes tê de bûn noqav bûn û di encamê de meytên 15 kesan hatin dîtin.
Li gor hêza ewlekariya peravê ya Yûnanistanê îro danê sibê bi daxuyaniyekê diyar kir, 2 botên koçberan ku nêzîkî 40 kes tê de bûn li nêzîk girava Lesbosê noqav bûn.
Hat eşkerekirin ku herî kêm meytên 15 kesan hatin dîtin û gelek kes jî wenda ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin