PeyamaKurd – Li Afrîkayê li welatê Somaliyê çend sale ku rêxistna Eş-Şebabê di n v tevgerên geş de ye û xelkê sîvîl dikuje. Artêşa Somaliyê û hêzên Amerîka yên li Afrîkayê (AFRICOM), bi hevre êrîş birin ser serokê Eş-Şebabê û di êrîşê de wî kuştin. AFRICOM di mijara ê de weha got:
“Bi hukumeta federal ya Somaliyê re bi koordîne, di 1 ê cotmehê de, me êrîşekî hewayî bi ser rêxistinê. Êrîş ji Magadîşoyê 370 km dûr nêzî Jîlîbê hat kirin. Serokê Eş-Şebabê hat kuştin û zerar negiha ti sîvîlekî. Em ê li şiroveya encama operasyonê dewam bikin û dema pêwist be em ê agahiyên zêde bidin.
Eş-Şebab di dinyayê de tevgera herî bi hereket ya tora El-Qaîde ye. Ji bo ewlehiya Somaliyê noqteya herî girînge.”
Di daxwuyaniyê de navê serokê Eş-Şebabê nehat gotin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin