PeyamaKurd – Piştî şewatên daristanên li navçeya Manavgat a Antalyayê komên nijadperestên tirk kontrola rê dikirin û li Kurdan digeriyan daku êrîşî wan bikin.
Tevî ku ji şewatên 28ê Tîrmehê destpê kiribûn, li gorî zanyariyan hê jî komên nijadperest kontrola rê dikin û welatiyekî Kurd bi navê Erhan Sevîm li navçeya Kepez a Antalyayê rastî êrîşa komeke nijadperest kontrola rê dikirin hat.
Hat zanîn ku wê koma nijadperest doh 15ê Tebaxê dema kontrola rê kirine, li Erhan Sevîm xistine û gef lê xwarine û gotine, “Kurdên pîs. Bicehnimin herin ji vir, heke hûn neçin em ê we hemûyan bişewitînin.”
Erhan Sevîm gotiye, dema ew ligel malbata xwe roja Yekşemê çûne serdana hevalên xwe, ji bo vegerin mala xwe ya li navçeya Doşemealtiyê di daristanê re derbas bûne û komeke ji pênc kesan pêk dihat rêya wan birîye û ji wan nasname xwestine û herwiha ew bi zorê ji otomobîlê peya kirine.
Sevîm gotiye: “Piştî min ji wan re got, ji Semsûrê me, ez ji wesayitê peya kirim li min xistin. Hem heqaret kirin hem jî gef xwarin û gotin; “Kurdên pîs. Bicehnimin herin ji vir, heke hûn neçin em ê we hemûyan bişewitînin”
Sevîm diyar kiriye, “Di vê navberê e hevjîna min ji wesayîtê peya bû bi gotina alikarî qîr kir. Ji wî alî du wesayît hatin. Piştî ku ew sekinin kesên li min xistin, ber bi wesayîta xwe ve çûn û revîn.”
Wî herwiha daye zanîn, ji ber tariyê rûyê kesên êrîşkar neditîne û daye xuyakirin ku li ser wê êrîşê cendermeyan îfadeya wî wergirtiye û rapora lêdanê jî hatiye derxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin