Serokomariya Tirkiyeyê Xelata Wefayê da Ehmedê Xanî

Serokomariya Tirkiyeyê Xelata Wefayê da Ehmedê Xanî

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan navên serketiyên "Xelata Mezin a Serokatiya Komarê ya Çand û Hunerê ya Sala 2026ê" eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ku duh Pêncşemê hat belavkirin, Xelata Taybet a Pola Wefayê da helbestvan, hizirmend mezin ê Kurd Ehmedê Xanî.

Erdogan di peyama xwe de pesnê xizmetên serketiyan kir û bîranîna Ehmedê Xanî wekî "stêreka cîhanî ya ruh û hizrê bilind" bilind nirxand.

Ehmedê Xanî yê ku di sala 1650ê de li Bazîdê hatiye dinê, bi berhemên xwe yên wekî şakara nemir Mem û Zîn û ferhenga Nûbihara Biçûkan di dîroka edebiyata klasîk de xwediyê cihekî taybet e.

Ev xelata girîng a ku her sal ji bo kesatiyên ku di warê çand û hunerê de xebatên berbiçav kirine tê dayîn, îsal bi bîranîna Xanî re gihîşt asteke cuda.