Li ser binpêkirinên li Efrinê 30 rêxistinên Kurdî û Sûrî nameyek ji YE re sandin

Li ser binpêkirinên li Efrinê 30 rêxistinên Kurdî û Sûrî nameyek ji YE re sandin

PeyamaKurd – Di çarçoveya salvegera êrîşa li ser Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de, 30 rêxistinên Kurdî û Sûrî, daxuyaniyek belav kirin û daxwaz ji saziyên navdewletî kirin, sînorekê ji binpêkirinên çekdaran re deynin.

Îro salvegera êrîşa li ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Di derbarê vê de, 30 rêxistinên Kurdî û Sûrî, daxuyaniyek derxistin û tê de nameyek ji aliyên navdewletî re şandin.

Ew rexistinên Kurdî û Surî, di nameya xwe de destnîşan kirin, ku rojane li dijî xelkê wê herêmê, binpêkirinên cur bi cur têne kirin.

Wan rêxistinan eşkere kirin, hemû dokument û raportên rêxistinên Netewên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî bi hûrî behsa binpêkirinên metirsîdar ên Tirkiyê û çekdaran kirine, lê tu sînorek ji wan binpêkirinan re nehate danîn.

Rêxistinên Kurdî û Sûrî daxwaz ji saziyên navdewletî kirin, bi erkê xwe yê yasayî û mirovî rabin û bi hemû awayekî zextê li Tirkiyê bikin, ji bo ku ji Efrînê derkevin. 

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê, di 20ê çileya 2018an de dest bi operasyona Çiqlê Zeytûnê bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kiribûn û piştî 58 rojan ji şer, di 18ê Adarê de navenda bajarê Efrînê xistibûn bin kontrola xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin