PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav meha Cotmeha 2020an de, 7 welatiyên Kurd li rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine bidarvekirin.
Malpera mafên mirovan a Hengawê ragihandiye ku meha borî 7 welatiyên Kurd li Îran û rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin.
Hatiye diyarkirin ku 6 kes ji wan bi tohmeta kuştinê û yek jî bi tohmeta bazirganîya madeyên hişber hatibûn girtin û bi îdamê hatibûn mehkûmkirin.
Hengawê ragihandiye ku 4 kes ji wan kesên hatine bidarvekirin, xelkê parêzgeha Urmiyê ne, 2 kes xelkê Loristanê û kesek jî xelkê Kirmaşanê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin