Li 6 bajarên Kurdistanê nexwesxaneyên mezin ava dikin

Li 6 bajarên Kurdistanê nexwesxaneyên mezin ava dikin

PeyamaKurd-Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca li Diyarbekirê civînekî çêkir û piştî civînê li ser tedbîrên Kovid-19 ê beyanan da. Koca got ku wê li 6 bajaran Riha, Diyarbekir, Şirnex, Batman, Sêrt û Mêrdînê nexweşxaneyan ava bikin. Koca weha got:

“ Wê nexweşxane bi teknolojiya herî pêşdetir û di standardên bilind de bên avakirin û dê bibin navend. Me lêkolînên xwe yên li Diyarbekirê temam kir. Em li ser rewşa dawî ya herêmê axifîn. Me Diyarbekirê weka navend qebûl kir û pede çûn. Tê zanîn ku tedawiya vê nexweşîna han bi temamî tineye lê tedawiyên ku zû destpêdikin, welatê me, di nav wan de yek ji welatên herî li pêşe.”

Koca got ku li bajarên Diyarbekir, Mêrdîn, Riha, Sêrt û Şirnexê nexweşîn zêde ye. Lewra divê tedbir bên sitendin û Koca bo avakirina nexweşxaneyan weha got:

“Em di nêz de dest bi avakirina nexweşxana Rihayê dikin. Li Diyarbekirê bo nexweşxaneyekî bi hezar ciyî me ersa xwe kişf kir. Em îhala projeyê di nav vê mehê de didin destpêkirin. Li Şirnexê nexweşxaneyekî bi ciyê 500 kesî ava dikin. Li navbera Cizîrê û Şirnexê erd hat peydakirin. Em ê îsal projeyê temam bikin û dest bi îhalê bikin. Li Sêrtê bo tehsîsa ciyê nexweşxaneyê pêvajo dewam dike. Li Mêrdînê bo nexweşxaneyekî 750 nexweşên razanê me xistiye projeya sala 2020 an.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin