PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê, li Hewlêrê avahiya nû ya pasaport û nişîngehê vekir.
Bi amadebûna Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, îro danê sibê bi merasimekê avahiya nû ya pasaport û nişîngeha Hewlêrê hat vekirin.
Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed piştî vekirina avahiya nû diyar kir, avahiya nû ya pasaport û nişîngehê, destkeftek baş e û dê bandora rasterast li ser şêwaz û çawaniya pêşkêşkirina xizmetguzariyan bike. Êdî dê ji berê jî zûtir karûbarên welatiyan were bicîhanîn.
Rêber Ehmed destnîşan kir, çêkirina avahiya nû ya pasaport û nişîngehê, di çarçoveya plana çaksaziyê de ye û dê di sektorên din de jî berdewam be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin