PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Amerîkayê ji bo dabînkirina ewlehiyê di nav saziyên leşkerî yên Libyayê de kompaniyeke bi navê Amentum erkdar kiriye.
Li gorî nûçeya rojnameya Erebî El Cedîd, tevgereke leşkerî ya Amerîkayê li Libyayê heye û di wê çarçoveyê de jî bi zarê çavkaniyan hatiye diyarkirin, rola leşkerî ya Amerîka ya ji bo Libyayê bi rêya kompaniya ewlehiyê ya bi navê ‘Amentum’ tê pêkanîn.
Di nûçeyê de wiha hatiye gotin: "Endamên vê kompaniyê ku li baregeha leşkerî ya Miêtîqiyê ya li Terablusê hene, amadekariyan dikin da ku plana Amerîka ya ku komên çekdar ên Libyayê tevlî saziyên ewlehî û leşkerî bike, pêk bînin."
Li gorî pisporan, Washington dixwaze bi rêya saziyên fermî yên hikumeta li Terablusê tevbigere ji bo ku rê li ber xetereya Hefter û hevalbendiya wî ya bi Rûsan re bigire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin