PeyamaKurd- Serokê Tirkiyê Tayip Erdoğan bo patrîkê Ermeniyan yê Tirkiyê Sahak Maşalyan nameyekî şand û di nama xwe de weha got:
“Ez bo wan Ermeniyên ku di şerê dinyayê yê yekemîn de jiyana xwe ji dest dane, bo wan ji Xwedê rehmetê dixwazim.”
Erdoğan di dewama nameya xwe de dibêje ku ew di rojên gelek nexweş yên zor de derbas dibin lê hevkariya navbera hemwelatiyên, her diçe wan xurttir dike. Erdoğan dibêje bo wan Eremeniyên dewra Osmaniyan yên ku di şerê yekemîn yê dinyayê de jiyana xwe ji dest dane, bo wan ji xwedê rehmetê dixwaze û bo neviyên wan sersaxiyê dixwaze.
Belkî jî ev weka lêborînekî be ku di şerê dinyayê yê yekemin de ew çend Ermenî hatibûn kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin