Leyen: YE Talîbanê nas nake û ti carî pê re danûstandin nekiriye

Leyen: YE Talîbanê nas nake û ti carî pê re danûstandin nekiriye

PeyamaKurd - Seroka Komîsyona Yekîtîya Ewropa (YE) Ursula von der Leyen ragihand ku YE Talîbanê nas nake û bi mîlîtanên wê rêxistinê re ti hevdîtin çênekiriye.

Von der Leyen li Madrîdê serdana Afganên ji bo YE xebitîne kir û li wir got ku komîsyona YE îsal ji bo Afganistanê 57 mîlyon Euro (67 mîlyon dolar) veqetandiye û wê zêdekirina wî pereyî pêşnîyaz bike.

Seroka Komîsyona YEyê da zanîn, ew dixwazin ku alîkarîya wan ji bo mafên mirovan, rêzdariya ji bo pêkhate û keç û jinan were xerc kirin.

Von der Leyen diyar kir, ew gotinên Talîbanê dibihîzin, lê ew dê wê rêxistinê bi kiryarên wê bipîvin û da zanîn, komîsyon amade ye piştgirîya aborî bide welatên YE yên dixwazin penaberan bi cih bikin û got, ew plan dike ku di Lutkeya G7an de jî li ser bicihkirina penaberan biaxive.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin