PeyamaKurd – Li welatê Afrîka li Komara Demokratîk ya Kongoyê di êrîşa Hevkariya Geşepêdana Kongo (CODECO) yê de, li eyaleta Itûriyê 8 sîvîlan kuştin û 6 sîvîlan revandin.
Li gor çapemeniya Kongoyê; bûyer li eyaleta Itûriyê li bajarê Djûgû li gundê Bandombo çêbûye. Êrîşker her weha agir bi xaniyekî ve danîne û ji deverê reviyane.
Grûbên çekdar ji sala 2014 an heya niha êrîşan dikin û bi hezarî kes di êrîşan de hatine kuştin. Grûbên çekdar li Kongoyê li ser sînorê Rûanda, Ûgnada û Bûrûndiyê tevgerên xwe dikin û dixwazin bibin xwedanê madenên deverê yên weka zêr û kobaltê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin