PeyamaKurd - Komîta Pêwendiyên Wezîrên Ereb li ser krîza Sûriyê, ji bo bi Sûriyê re diyalogê dewam bidin kirin bi tevlîbûna wezîrên karên derve yên welatên endam li Qahîra Misrê civiyabûn û di civîna xwe de li ser krîza Sûriyê, koçberan û çareseriya siyasî axifîn.
Di civînê de wezîrên karên derve yên welatên Misrê, Urdun, Erebistana Saûdî, Iraq, Lubnan û Sûriye hebûn. Sekreterê giştî yê Yekîtiya welatên Ereb Ahmed Ebu Gayt jî tevlî civînê bû.
Di civînê de behsa koçberên Sûriyê yên ku çûne welatên din, ji bo dagera koçberan hevkariya bi wan welatan û Sûriyê re di rojeva wan de bû. Di civînê de pêşdeçûnên li Sûriyê, têkiliya welatên ku endamên komîtê ne ragihandin ku ji bo çareseriya krîza Sûriyê di çarçoveya hûqûqa navdewletî de çareser bibe, divê têkiliyê bi Neteweyên Yekgirtî re deynin. Di daxwuayniyê de weha hat gotin:
“Xwurtkirina rola welatên Ereb di krîza Sûriyê de, ji layên krîza mirovî, ewlehî û siyasî de. Parastina yekîtiya axa Sûriyê, paqijkirina ji terorê û ji bo şertên baş ji bo dagera koçberan amade bikin, hat organîzekirin.”
Civîna bê wê li Bexdayê bibe û herkes di mijarê de bû hemfikir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin