Rapirsî: ‘Biden, ji bo endamtiyê kal e’

Rapirsî: ‘Biden, ji bo endamtiyê kal e’

PeyamaKurd- Li gorî rapirsiya ku li Amerîkayê, ji bo hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê ya sala bê hat kirin, hat diyarkirin ku di encamên derketine de temenê Biden ê 82 salî ji bo endamtiyê zêde hatiye dîtin.

Encamên rapirsiya Wall Street Journal (WSJ) ku duh hatin weşandin ku ji % 73 ji beşdaran got ku ew difikirin ku Joe Biden, ji bo serdemeke duyemîn ‘gelek kal e’ û fikarên di derbarê temenê wî de parve dikin ku her çend serokê berê Donald Trump û Biden di warê temen de nêzîkî hev in.

Hat diyarkirin ku ji % 47 ê beşdaran di derbarê Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ê 77 salî de fikarên bi heman rengî parve kirin.

Li gorî rapirsiyê, bêhtir dengdêran gotin ku ew difikirin ku Trump di dema serokatiya xwe de ji Biden serfiraztir bû. 

Di rapirsiyê de ku ji % 51ê beşdaran Trump serfiraztir dît, tenê ji % 40 di derbarê Biden de heman fikirîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin