PeyamaKurd – Piştî ku li pey hev nûçeyên pêşxistina derziyên nehiştina vîrusa koronayê hatin belvakirin, bihayê bermîla petrola Brent ku bi awayekî rekor daketibû, li bazarên cîhanê ji nû ve zêde bû û îro 23yê Mijdarê gihîşt 45,91 dolaran.
Herwiha bihayê petrola Texasê jî hevdem zêde bû û bermîla petrola Texasê li gorî nirxê îro gihîşt 43,23 dolarên Amerîkî.
Li gorî ajansa Bloombergê bihayê petrola Brent ji sedî 95 zêde bûye û hevdem bihayê petrola Texasê jî ji sedî 81 zêde bûye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji ber vîrusa koronayê ku krîzeke mezin a darayî li seranserê dinyayê peyde kiriye bihayê bermîla petrolê daketibû heta 25 dolaran.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin