PeyamaKurd- Di meclisa Tirkiyê de li ser guhertina qanûna di înfazê de, du partî AKP û MHP bi hevre qanûnekî amade kirin û di daxistina cezayan de, cezayê zîndaniyan %50 daxistin. Meclisê, di pêvajoya dengdanê de 279 parlementer qanûn qebûl kirin û 51 parlementer red kirin. Bi tevahî 330 parlementer tevlî dengdanê bûn. Hefteyekiye ku li ser 70 xalên guhertina qanûn celse tên lidarxistin.
Di guhertina qanûnan de sûcên terorê, yên kuştinê, tecawuz,sûcên li hemberê jinan û hilberîna û bazirganiya maddeyên hişbir neketin ber qanûn. Sûrcên di nava MİT ê de an li dijî wê jî nakeve ber qanûn. Zîndaniyên ku li zîndanên vekirîne, yên cezayên wan heya 3 salan wê karibin li malên xwe bi şertê kontrola edlî derbas bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin