Microsoft ji 60 hezar xebatkarên xwe re teklîf kir ku bi dilê xwe ji kar derên

Microsoft ji 60 hezar xebatkarên xwe re teklîf kir ku bi dilê xwe ji kar derên

PeyamaKurd – Microsoftê dest bi bernameyekî kir ku li DYA, Kanada, Hindistan û Îngîltere, hinek kesên ku dixebitin ku li wan teklîf kir ku bi dilê xwe dest ji kar berdin. Li gor çapemeniya dinyayê teklîfê ji 60 hezar xabatkaran re kiriye û ji wan re teklîfa desteka maddî û plankirina çavkaniyên karyerê kiriye.

Peyamên bernamê ji aliyê berpirsê çavkaniyên mirovan yê Microsoftê Amy Coleman de hat şandin. Di peyamê de hat gotin ku kesên di derveyê şîrketê de ji xwe re dahatûyekî dixwazin, wê desteke bidin wan kesan. Dezgeyên tevlînerên şîrketêne, li gor pêdiviyên diguherin wê ji wan re derfetan biafirînin. Di peyamê de weha hat gotin:

“Ev bernama bi dilê xwe û ji bo wextekî bi sînor, kesên bixebitin, desteka malî û çavkaniyên plankirina karyerê ji wan re temîn dikin û derfetê dide ku ji Microsoftê veqetin.”