PeyamaKurd- Li payîtext Ankara ya Tirkiyê, li navçeya Polatlıyê di qişla perwerda leşker ya bi navê Sakarya de, di dema perwerdê de qezayekî çêbû û di encamê de 5 leşker birîndar bûn.
Wezareta bergiriyê bi awayeka nivîskî bûyerê weha ragihand:
“Di Fermandariya Top û Fuzeyan de, li Polatlı Ankara, di dema ku bo perwerdê li nîşanê didan, qeza çêbû û di encamê de 5 hevalên me yên leşker birîndar bûn. Birîndarên me bilez birine nexweşxaneyê û dest bi dermankirina wan kirine. Di derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin