PeyamaKurd - Koşka Elysee ya Fransayê ragihand ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re pêwendiyeke telefonî pêk aniye.
Hat diyarkirin ku di pêwendiya telefonî ya Emmanuel Macron û Îbrahîm Reîsî de, Macron nîgeraniya xwe li ser pêşveçûna kêm a gotûbêjên li ser dosyeya atomî ya Îranê, ji Îbrahîm Reîsî re aniye ziman û jê xwestiye, "biryareke zelal" bidin.
Koşka Elysee daye xuyakirin, Macron di wê baweriyê de ye ku derfet ji bo vegera rêkeftina sala 2015an heye, "lê divê bilez were kirin".
Hêjayî bibîrxistinê ye, Îranê ji meha Hezîranê ve kamerayên çavdêriyê yên ajansa navdewletî ya enerjiya atomî li çend binkeyên atomî girtine û ev jî bûye sedema zêdebûna kêşeya navbera Îran û welatên rojava.
Herwiha li gorî zanyariyan Macron ji Reîsî re gotiye, Paris piştevaniya helwesta Tehranê ya derbarê îhtimala encamdana operasyonekê ji aliyê hinek welatên navçeyê ve li Sûriyê dike
Rêveberê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî Rafael Gross nîgeraniya xwe li ser "asta çavdêriya sînordar" a li ser bernameya atomî ya Îranê nîşan daye.
Herî dawî berpirsên Îranê jî ragihandine ku ew gihîştine wê hêzê ku dikarin kengî bixwazin çekên atomî çêbikin û ev jî wekî gefekê li ser cîhanê tê nirxandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin