Ji Georgia Melonî serdana pistgiriyê bo Netanyahû

Ji Georgia Melonî serdana pistgiriyê bo Netanyahû

PeyamaKurd – Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, piştî beşdariya Lûtkeya Qahîre Aştiyê, serdaneke piştgiriyê bo Îsraîlê kir û ligel Serokwezîr Binyamin Netanyahû civiya.

Serokwezîrtiya Îtalyayê ragihand, “Serokwezîr Melonî piştî beşdariya Lûtkeya Aştiyê ya Qahîreyê, ji peyama sersaxî û dilsoziyê li ser êrîşa xedarî ya 7ê Cotmehê ya Hamasê dijî sivîlên bigihîne, çû Îsraîlê.”

 Hate gotin ku mafê Îsraîlê heye di çarçoveya hiqûqa navdewletî de parastina xwe bike û di aştiyê de bijî.

Herwiha hate bibîrxistin ku divê gihandina alîkariyên mirovî bo Xezeyê jî bên misogerkirin û girîngiya pêkanîna aştiya li herêmê hate destnîşankirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin