Ji nûnera NY daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê: Pê kêfxwes im…

Ji nûnera NY daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê: Pê kêfxwes im…

PeyamaKurd – Nûnera Taybet a Iraqê ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, Jeanine Hennis-Plasschaert, di cıvata giştî ya NY de derbarê kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê de daxuyanî dan.

Plasschaert destnîşan kir ku dê li demeke nêzîk ango meha pêş me hikûmeta Herêma Kurdistanê bê avakirin û got, “Ez pê kêfxweş im ku li Herêma Kurdistanê danûstandinên bo avakirina hikûmetê bidawî bûne û rêkeftin çêbûye.”

Nûnera NYyê li ser yekxistina Pêşmerge jî da zanîn, “Bo pêkanîna wê hêzê reform xaleke girîng e.”

Plasschaert herwiha bal kişand ser metirsiya DAIŞê ya li Iraq û Kurdistanê û da zanîn, “Hîn jî metirsiya ji nû ve derketina DAIŞê heye û gendelî jî li ber pêşketina welat asteng e.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin