PeyamaKurd- Wezîra swêdî Ann Linde ragihand ku gotina ‘Ji bilî çiyayan dostên Kurdan tine ne’ ne rast e û got, “Ez çiyayê we me.”
Li paytexta Swêdê Stockholmê bi beşdariya hunermendên navdar ên swêdî Zara Larsson, Molly Hamar, Benjamin Ingroso, Oscar Zia, Saliboy û Jonas Gardel ji bo piştgiriya Rojava şevek hat lidarxistin.
Hunermendên Kurd Ciwan Haco û Nasir Rezazî û Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde û Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed jî beşdar bûn.
Wezîra swêdî Linde di bernamê de axivî û diyar kir ku ew piştgiriyê didin wê yekê ku Kurd beşdarî Komîteya Makezagonê ya li Cenevreyê bibin.
Wezîrê Swêdî Ann Linde herweha got da zanîn ku hikûmeta Swêdê heya niha bi qasî 100 milyon kron alîkariya Rojava kiriye. Linde ‘gotina ji bilî çiyayan dostên Kurdan tine ne’ ne rast e û got, 'Ez çiyayê we me.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin