Bijîskekî taylandî: Me dermanên HIVê û sewbê tevlihev kirin û nexwesekî koronavîrusê bas kir

Bijîskekî taylandî: Me dermanên HIVê û sewbê tevlihev kirin û nexwesekî koronavîrusê bas kir

PeyamaKurd – Bijîşkên taylandî ragihandin ku wan dermanên HIVê û yên şewbê tevlihev kirine û bi wê nexweşekî bi koronavîrusê ketiye, baş kirine.

Li gorî nûçea CNN Internationalê, Bijîşkê Dr. Kriangsak Atipornwanich nexweşekî bi korona vîrûsê ketiye yê 71 salî derman kir.

Ew bijişkê taylandî dibêje wan dermanên HIV û şewbê tevlihev kiriye û bi wê nexweşekî koronavîrûs tedawî ango derman kiriye.

Bijîşkî taylandî Atipornwanich anî ziman ku piştî dermankirinê bi 48 saetan, rewşa wî nexweşî baş bûye ango nexweşiya wî ji pozîtîvê veguheriye negatîvê.

Ji aliyê din ve, Serokê Beşa Nexweşiyên Alerjî û Enfeksiyonê yê Enstîtûya Netewî ya Amerîkayê Dr.Anthony Fauci dibêje heya niha bo koronavîrûsê dermanekî karîger nehatiye peydakirin.

Li nexweşxaneyên Pekînê tê zanîn ku ji bo dermankirina koronavîrûsê dermanên HIVê tê bikaranîn lê nayê zanîn ew derman bi kêrî dermankirinê tên yan na.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin