PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) di derbarê Amerîkiyên li Afganistanê mane da zanîn, tê texmînkirin ku di navbera 5 heta 10 hezar Amerîkî li Kabûlê asê mabin.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) John Kirby ji televîzyona CNN re destnîşan kir: “Bi hezaran Amerîkî li Kabûlê mane. Hejmarek me ya rast tune, lê em texmîn dikin ku hejmara wan di navbera 5 ta 10 hezar Amerîkî be.
Kirby eşkere kir, Wezareta Karên Derve ya Amerîka di peyamekê de şîret li Amerîkîyan kir ka çawa sira xwe bigirin û xwe bigihînin balafirxaneyê.
Ji aliyekî din ve, rojnameya “Washington Post” belav kir, di navbera 10 heta 15 hezar Amerîkî li Afganistanê asê mane.
Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkî Jake Sullivan li Koşka Spî jî ji rojnamevanan re destnîşan kir, Talîbanê soz dane wan ku rêyeke ewle ji bo veguhestina sivîlan ji bo balafirxaneyê dabîn bikin.
Ev di demekê de ye, berpirsên di Koşka Spî ya Amerîka de ragihandibûn, heta niha dora 1100 Amerîkî ji Afganistanê hatine derxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin