Tirkiye: Em xalên Idlibê vala nakin

Tirkiye: Em xalên Idlibê vala nakin

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar û fermandarên artêşa Tirkiyê li ser geşedanên dawî yên li Idlibê diqewimin, serdana sînorê Idlibê kirin.

Akar di serdana yekîneyên leşkerî yên tirk de, li ser şer û geşedanên dawî yên li Idlibê ku hin xalên leşkerî yên Tirkiyê jî hatine dorpêçandin ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve got, “Heger êrîşek çêbibe, wê bersiv bê dayîn. Em pabendî rêkeftina ligel Rûsyayê ne. Em li bendê ne Rûsya jî pabend be.”

Akar diyar kir ku ew xalên çavdêriyê yên li Idlibê vala nakin.

Wî herwiha li ser leşker şandina bo Libyayê jî got ku artêşa Tirkiyê ji bo her cure erkan amade ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin