PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump tevî êrîşên berdewam ên DAIŞê li Iraq û Sûriyê got, “DAIŞ ji sedî sed bidawî bûye û me xelîfeyê wan Ebû Bekir Bexdadî kuştiye.”
Trump di gotara xwe ya salane ya li pêş Kongreya Amerîkayê de got: “Zêdetir ji 20 hezar mîl çargoşe li Iraq û Sûriyê di destê DAIŞê de bû, lê niha ji sedî sed bidawî bûye û me xelîfeyê DAIŞê kuştiye.”
Trump li ser Îranê jî da xuyakirin, “Me dît ku xelkê wî welatî li dijî desthilatdarên stemkar rabûne… Divê Tehran dawî li bidestxistina çekên atomî bîne û rêzê li daxwaza welatiyên xwe bigire.”
Serokê Amerîkayê li ser kuştina Fermandarê Feyleqa Qûds a Îranê Qasim Suleymanî jî got: “Amerîka kujerê ku Îranê pê sivîl dikuştin jî kuşt.”
Herwiha Trump li ser aloziyên Rojhilat Navîn jî diyar kir ku ji bo jiyana Amerîkiyan biparêze, Washington ji bo bidawîkirina şerên li Rojhilata Navîn kar dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin