PeyamaKurd- Namzetê HDPê yê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş li girtîgeha Edirnê bi rêya telefonê mitîngek pêk anî.
Selahattin Demirtaş bi rêya telefonê dengê xwe wekî vîdyo qeyd kir û li ser medyaya civakî parve kir. Vîdyoya Selahattin Demirtaş bi 8 deqîqeyan dewam kir û Demirtaş di vîdyoyê de daxuyaniyên girîng dan. Ji mitînga Selahattin Demirtaş hinek xalên girîng wiha ne:
“Berî her tiştî ez her kesî ji dil û can silav dikim. Ev 20 meh in ku ez li vê derê bêqanûnî wekî êsîrekî tême girtin. Heta niha ji bo min û hevalên min darizandineke huqûqî çênebûye. Li vê derê dest û lingên min girêdayî ne. Lê belê erkdarên hikûmetê her roj li dijî min derew û îftîrayan dikin. Îro ne ez tenê, hemî welatiyên me bûne mexdûrê edaletê. Tirkiye hemî bûye wekî girtîgeheke servekirî. Her kesî bi hepsê ditirsînin. Welatê me, axa me cihê herî dewlemend e di dinyayê de. Lê belê gelê me, di dinyayê de gelê herî bêhuzûr û aramî ye. Em ne mecbûrî neheqî û feqîriyê ne. Divê em hemî destê xwe bidin hev û welatekî bi huzûr û aram ava bikin. Em ê dewleteke huqûq û demokrasiyê ava bikin. Heke ev dewlet, ya her kesî be; divê her kes wekhev be.
Jibîr nekin, her tişt bi rayekî diguhere, lê wê bi te biguhere! Muheqqeq em ê bi ser kevin û di rojên azad de bi hev re bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin