Erdogan bi ser rejîma Sûrî de sûr ji Rûsya û Îranê re kisand: Heke soz bicih neyên...

Erdogan bi ser rejîma Sûrî de sûr ji Rûsya û Îranê re kisand: Heke soz bicih neyên...

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji ber êrîşên kontrolkirina Idlibê yên rejîma Sûriyê bi hevkariya balafirên Rûsî û milîsên Îranê, gefa berfirehkirina operasyona li ser erda Sûriyê xwar.

Erdogan îro di koma partiya xwe (AKP) de bal kişan ser êrîşa rejîma Sûriyê ya dijî leşkerên Tirkiyê û got, “Li cihekî ku xwîna leşkerên tirk birije, tiştek wekî berê nabe. Hevdem 76 leşkerên rejîmê hatin kuştin. Em gelekî baş dizanin ku rejîm beyî hêzên esmanî yên Rûsyayê û li bejahî jî bêyî Îranê nikare ti tiştekî bike.”

 Erdogan herwiha rêkeftina Soçiyê ya ligel Rûsyayê bibîr xist û got, “Heger rejîm li Idlibê venekişe sînorên rêkeftina Soçiyê, wê Tirkiye neçar bimîne vî karî bixwe bike. Heke soz bicih neyên, emê bê dudilî operasyoneke wekî ya Kaniya Aştiyê (operasyona êrîşa ser Girê Spî û Serêkaniyê) li rast, çep û jêr a Sûriyê pêk bînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin