PeyamaKurd-Serokê Amerîkayê Joe Biden, li ser plana daxistina bacê ya ku dest jê berdabû, Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss rexne kir. Biden, li ser wê planê got ku ew plan xeletî bû.
Li ser rexne û bertekên ku li dijî plana daxistina bacê ya Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss xwest bike jiyanê lê piştî dijberiyan dest jê berdabû, Serokê Amerîkayê Joe Biden jî rexneyek kir.
Biden li ser plana navborî got ku
“Yê ku vê planê wekî xeletî didît, ne ez bi tenê bûm. Xuya bû ku dê Serokwezîra nû Liz Truss, dest ji vê planê berde.”
Biden da zanîn ku aboriya Amerîkayê bihêz e û bal kişand ser kêmasiyên mezinbûna aboriya welatên din û got,
“Pirsgirêk ew e ku di mezinbûna aboriya welatên din de polîtîkayên kêmasî û saxlemiyê tunene. Encama vê yekê jî enflasyona gerdûnî ye.”
Piştî ku Liz Truzz bernameya nû ya aboriyê ragihandibû, Sterlîn li hember dolarê Amerîkî bi awayê rekor daketibû. Li ser rexneyan jî Truzz xeletiya xwe qebûl kiribû û wezîrên darayî û xezîneyê guherandibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin