Li Bexdayê xwepêsanderan avêtin ser Balyozxaneya Behreynê

Li Bexdayê xwepêsanderan avêtin ser Balyozxaneya Behreynê

PeyamaKurd - Hejmarek xwepêşander duh êvarê li Bexdayê bi ser Balyozxaneya Behreynê de girtin û alaya Behreynê daxistin û ala Iraq û Filistînê hildan.

Xwepêşanderan ji Konferansa Mename nerazîbûna xwe nîşan dan, ku rojên sêşem û çarşemê li Menameya paytexta Behreyn birêve çû li jêr navê Aştî ji bo Pêşveçûnê bi beşdariya çend welatên Erebî û cîhanî.

Di konferansê de zavayê Trump, Wezîrê Gencîne yê Amerîkayê û Rêveberê Sindoqa Dirav a Navdewletî beşdar bûn. Ev konferans ji bo piştevaniya aborî ye ku Koşka Spî çend roj berê ragihand ji bo veberhênana 50 milyar dolarî li Filistînê.

Iraq, Îran û çendîn welatên din, bi taybetî dewleta Filistînê li dijî wê projeya Amerîkayê ne û bi wê yekê bi nav dikin ku bi rêya aboriyê ve dagirkirina Filistînê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin