Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya vîrusa koronayê eskere kir

Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya vîrusa koronayê eskere kir

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1154 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 17 kes jî mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya 19ê Cotmehê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1154 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 421 kes li Hewlêrê, 232 kes li Silêmaniyê, 360 kes li Duhokê, 56 kes li Helebceyê, 15 kes li Germiyanê û 70 kes li Raperînê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 10 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê û 1 kes li Raperînê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1475 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 560 kes li Hewlêrê, 507 kes li Silêmaniyê, 322 kes li Duhokê, 33 kes li Helebceyê, 35 kes li Germiyanê û 18 kes li Raperînê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 352141 kesan, ya mirinan bû 6176 kes û heta niha 327960 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin