PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Macaristanê Tibor Benko li ser dibetiya koçberên ji Ukraynayê ve diyar kir û got, ji bo ew rê li ber pêla koçberan bigirin, ew ê li sînorê Ukrayna hin leşkerên xwe bi cih bikin.
Herwiha Benko da zanîn, ji bo rê li ber komên çekdar jî bigirin, dibe ku sînorê bi Ukrayna re jî bi temamî bigirin.
Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban jî bi gotinên xwe yên li dijî koçberan tê zanîn.
Romanya jî dibêje, ger aloziya bi Rûsya re xerabtir bibe, ew dikarin deriyên xwe ji bo 500,000 penaberan vekin.
Welatên din ên li rojhilata Ewropa, ji bo kêşeya koçberan a belkiyî, amadehiyê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin