Mesrûr Barzanî: Em tekez dikin ku dê çanda pêkvejiyana astiyane berdewam bike

Mesrûr Barzanî: Em tekez dikin ku dê çanda pêkvejiyana astiyane berdewam bike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja ziman û çanda Tikrmenî pîroz dike û dibêje: Em berdewamiya çanda pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhatan tekez dikin.

Bi mebesta roja ziman û çanda Tirkmenî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser tora civakî ya “X”ê nivîsiye, “Roja ziman û çanda Tirkmenî pîrzo be”.

Herwesa Mesrûr Barzanî nivîsiye, “Em bi vê helkeftê pabendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi parastina mafên tevaya pêkhatan û berdewamiya çanda pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhatên Kurdistanê tekez dikin”.

Di rûniştina Perlemana Kurdistanê ya roja 25ê Berfembara 2019ê de, roja 25ê Sibatê wekî roja rojnamevaniya Tirkmenî û roja 17ê Mijdarê jî wekî roja fermî ya ziman û çanda Tirkmenî hatin nasandin û bi dengên piraniya perlemantaran hatin pejirandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin