Bernameyên Erdogan, hemû betal bûn!

Bernameyên Erdogan, hemû betal bûn!

PeyamaKurd- Li gorî îdiayên hatin kirin, ji ber nexweşiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan; hemû bernameyên wî hatine betalkirin.

Hat diyarkirin ku Erdogan dê beşdarî Lûtkeya Civaka Siyasî ya Ewropayê bibûya û hevdîtinên bi rayedarên Ermenîstan û Azerbeycanê re jî dê bihatana kirin lê belê ji ber ku Erdogan ji ber sermagirtinê nexweş ketiye, hemû bernameyên wî hatine betalkirin.

Her wiha Erdogan bi Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez re bi telefonê axivîbû û ji bo Îspanyayê hatibû vexwendin ku dê di vê çarçoveyê de sibê biçûya Spanyayê.

Di îdiyan de hat gotin ku civîna koma AK Partiyê ya îro jî ji ber nexweşiya Erdogan nayê kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin