Peyama Kurd – Li başûr-rojhelatê Îranê li dijî, baregeheke polîsan êrîşeke çekdarî pêk hat. Di encama êrîşê de 12 polîsên rejîma Îranê mirin û 7 polîs jî birîndar bûn.
Êrîş, duh bi şev, li başûr-rojhelatê Îranê, li parêzgeha Sîstan û Belûcistanê, li dijî baregeheke navendî ya polîsan pêk hat.
Di derbarê êrîşê de Cîgirê Walîyê Sîstan û Belûcistanê Elî Riza Merhametî daxuyaniyek da û ragihand ku demjmêr 02.00yê şeva çûyî, li bajarê Raskê ku girêdayî parêzgeha Sîstan û Belûcistanê ye li dijî baregeha navendî ya polîsan êrîşeke çekdarî pêk hatiye.
Merhametî diyar kir ku di encama êrîşê de 12 polêsên rejîmê jiyana xwe ji dest dane û 7 polês jî birîndar bûne.
Elî Riza Merhametî êrîşê wek “êrîşeke terorî” bi nav kir û angaşt ku di encama êrîşê de gellek “terorîst” hatine kuştin.
Piştî nûçeya êrîşê di çapemeniya Îran û cîhanê de belav bû, hin dezgehên çapemenîyê ragihandin ku rêxistina bi navê Ceyş-ûl Adil vê êrîşa çekdarî hilgirtiye ser xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin